Li eniya Dêr Hafirê wesayîteke leşkerî ya çeteyan hat rûxandin

Yekîneyên Hewayî yên QSDˋê li eniya Dêr Hafirê wesayîteke leşkerî ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker rûxand.

Li eniya Dêr Hafirê wesayîteke leşkerî ya çeteyan hat rûxandin
8 sibat, 2025   17:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro dîmenên nû yên Yekîneyên Hewayî yên Şehîd Harûn ku bersiva êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê didin, belav kirin.

Di dîmenan de diyar dibe ku dronên Yekîneyên Şehîd Harûn ên QSDˋê wesayîteke leşkerî ya çeteyên dewleta Tirk a dagirker li eniya Dêr Hafirê hedef digire û dirûxîne.

Li gundewrê Minbicê jî çalakiyên Yekîneyên Şehîd Harûn ên bersivdana êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê didomin.

(fr)