Balafirên Îsraîlê gundewarê Şamê bombebaran kir

Balafirên şer ên Îsraîlê cebilxaneyên girêdayî Firqeya Yekemîn û Lîwaya 166ˋan ên li çiyayên Mani yên herêma Kiswa ya gundewarê Şamê bombebaran kirin.

Balafirên Îsraîlê gundewarê Şamê bombebaran kir
8 sibat, 2025   18:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê  cebilxaneyên Firqeya Yekemîn û Lîwaya 166ˋan ên li çiyayên Mani yên herêma Kiswa ya gundewarê Şamê bombebaran kirin. Di encamê de dengên teqînên xurt li herêmê hatin bihîstin.

Artêşa Îsraîlê diyar kir ku artêşê cebilxaneyên Tevgera Hemasê li başûrê Sûriyeyê bombebaran kirin.

(fr)