Li Êlihê li dijî desteserkirina şaredariyan berxwedan didome

Li Êlihê girseya ku desteserkirina şaredariyan protesto kir, li dijî êrîşa polîsan dest bi berxwedanê kirin.

Li Êlihê li dijî desteserkirina şaredariyan berxwedan didome
6 mijdar 2024   19:55
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên Tirk êrîşî girseya ku ji bo proetestokirina dagirkirina Şaredariya Elihê li Xaçerêya Basinê kom bûn kirin. Polîsan bi gaza îsotê û ava şid êrîşî girseyê kir. Girseyê jî berê xwe da kolanan û dest bi berxwedanê kir. Ciwanên ku daketin kolanên Komando, SSK û Kolana Diyarbakirê, berîqet danîn û bi keviran bersiv dan êrîşa polîsan.

Li aliyê din girseya ku Hevserokê DBP’ê Keskîn Bayindir, Alîkarê Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Mehmet Ruştu Tiryakî, Hevşaredarên Êlihê Gulîstan Sonuk û Yeşîl Işik û parlamenterên DEM Partiyê jî di nav de rûbirûyê êrîşa polîsên Tirk man. Bijartiyên ku bertek nîşanî êrîşê dan, diyar kirin ku ew ê dest ji berxwedan û têkoşînê bernedin.

HEVSEROK SONGUL KORKMAZ BIRÎNDAR BÛ

Li taxa Komandoyê jî ciwanan barîkat danîn. Ciwanan bi keviran bersiva TOMA û wesaîtên zirxî dan û TOMA’yek têk çû. Di encama êrîşa polîsan de Hevseroka DEM Partî yê bajêr Songul Korkmaz ji ser hişê xwe çû. Korkmaz bi alîkariya kesên li derdorê rakirin nexweşxaneyê.

Ciwanan li ser Kolana Diyarbekirê jî barîkat danîn û bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” û keviran bersiva polîsan dan. Tevî ava bi şid û gaza îsotê ku ji TOMA û wesaîtên zirxî hat barandin, ciwanan xwe ji kolan neterikandin. Di dema mudaxeleya polîsan de gelek kes jî hatin binçavkirin. Ciwanan her wiha konteynirên çopan qulipandin û bi wan re barîkat li kolanan danîn. Berxwedana ciwanan li kolanan bi dirûşmeyan didome.

Nûnerên bajarî li kolan û cadeyên Êlihê bi dirûşmeya “Bijî Berxwedana Gelê Kurd” dimeşin.