Deriyekî nefermî yê di navbera Sûriye û Lubnanê de hat bombebarankirin
Piştî kêmî 24 saetan ji hedefgirtina cihê li gundewarê Humsê ji hêla Îsraîlê ve, derdora deriyekî nefermî ya di navbera Sûriye û Lubnanê de hat bombebarankirin.
Di hedefgirtina nû ya deriyên sînorî yên navbera Sûriye û Lubnanê de careke din derdora deriyê gundê Hoş El Seyid ê li ser sînorê her du welatan hat hedefgirtin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) diyar kir ku balafirên şer ên Îsraîlê derdora deriyê sînorî yê gundê Hoş El Seyid ê li ser sînorê Lubnanê bombebaran kir, lê tu agahiyên li ser windahiyan nehatin parvekirin.
Duh jî balafirên şer ên Îsraîlê embargeh û avahiyên li herêma Qisêr a Humsê li nêzî sînorê Sûriye û Lubnanê hedef girtin.
Di vê dawiyê de, piştî êrişên leşkerî li dijî Lubnanê, Îsraîlê êrişên xwe li dijî sînorê Sûriye û Lubnanê zêde kirine.
(mh/fr)