MKG’ê êrişa li dijî rojnamevanan pêk hat şermezar kir

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê MKG’ê êrişa li Şengalê li dijî rojnamevanan pêk hat şermzar kir.

MKG’ê êrişa li dijî rojnamevanan pêk hat şermezar kir
9 tîrmeh 2024   14:41
 NAVENDA NÛÇEAYN

Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) têkildarî êrîşa li Şengalê ya di 8’ê tîrmeha 2024'an de li dijî wesayita kedkarên çapemeniya azad ên Êzidxana Şengalê pêk hat û di êrişê de nûçegîhana Çira TV'yê Medya Hesen jî di nav de nûçegîhanê Çira FM'ê Mirad Mîrza û kedkarê bi navê Xelef Xidir jî birîndar bûn, daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Em weke kedkarên çapemeniya azad, rastiyan di nava her şert û mercan de diparêzin û em ê her bibin dengê gelê xwe.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di 8'ê Tîrmeha 2024'an de êriş li dijî wesayita kedkarên çapemeniya azad ên Êzidxana Şengalê pêk hat. Em wekî Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) vê êrişê bi tundî şermezar dikin. Di vê êrişê de nûçegîhana Çira TV'yê Medya Hasan jî di nav de nûçegîhanê Çira FM'ê Mirad Mîrza û kedkarê bi navê Xelef Xidir jî birîndar bûn. Ev êrişa gefxwarineke cidî ya li dijî azadiya çapemeniyê û mafê girtina nûçeyan a gel

EM DAXWAZ DIKIN BERSÛC LI PÊŞ EDALETÊ HESAB BIDIN

Êrişên bi vî rengî yên li dijî kedkarên çapemeniya azad astengkirina girtina agahiyê ya gel e. Ev êrişana tenê kedkarên çapemeniyê nake hedef di heman demê de jî mafê girtina agahiyan xesp dike. Em ji bo hempîşeyên xwe yên birîndar bûne şifayê dixwazin. Em daxwaz dikin ku bersûcên van êrişana li pêş edaletê hesab bidin.

BANG

Em di serî de bang li Federasyona Rojnamegeran a Navneteweyî (IFJ) û hemû rêxistinên mafê mirovan û rojnamegeran dikin ku xwedî li kedkarên çapemeniya azad derkevin. Em wekî kedkarên çapemeniya azad rastiyan di nava her şert û mercan de diparêzin û em ê her bibin dengê gelê xwe. "