Li Efrînê 3 ciwan hatin şelandin û kuştin

Li bajarê Cindrêsê yê Efrînê 3 Ciwan piştî hatin şelandin ji aliyê êrişkarên nenas ve hatin kuştin.

Li Efrînê 3 ciwan hatin şelandin û kuştin
8 adar, 2026   13:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Îro sibehê 3 ciwan li bajarê Cindirêsê yê Efrînê ji aliyê çekdarên nenas ve hatin kuştin. Bûyer li nêzîkî taxa Bazara Nû ya li kolana 20`an a bajêr rû da. 

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê, çekdaran 3 ciwan şelandin, piştre gule li wan barandin û di otombîlan wan de kuştin.

Rêxistinê der barê de ciwanên hatine kuştin de ev agahî parve kirin " Murad Husên Ezîz  ji gundê Yalanqoz ê Cindirêsê ye, li i firoşgehek zêrîngeriyê dixebitî. Ehmed Berekat jî  ji gundê Cebel El Has ê başûrê El Sifîrê ye. Xwediyê firoşgehek zêrîngeriyê. Nasnameya ciwanê sêyem  ku ew jî heman firoşgehê de dixebitî nehat zanîn."

Aliyên pêwendîdar ji bo şopandina sûcdaran lêkolîn dane destpêkirin.

(k)