Li DYA‘yê di gulebaranê de 12 kes birîndar bûn

Li eyaleta Ohio ya Amerîkayê di gulebaranê de 2 jê bi giranî, 12 kes birîndar bûn

Li DYA‘yê di gulebaranê de 12 kes birîndar bûn
7 hezîran, 2026   10:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Polîsên Amerîkayê ragihand ku li nêzîkî festîvala "Old West End" ya li bajarê Toledo yê eyaleta Ohioyê çend kesan gule li hev reşandin. Di encamê de herî kêm 12 kes birîndar bûn.

Polîsan dane zanîn ku temenên birîndaran di navbera 14 û 61 salî de ne û diyar kir ku rewşa 2 birîndaran giran e.

Li gorî polîsan kesên gule reşandine hîna nehatine girtin û lêgerîn didome.

(bb)