Li dijî xespê berxwedan didome

Partî û saziyên ku li dijî xespê bertek nîşanî tayînkirina qeyûman dan, diyar kirin ku ew ê bi tu awayî serî li ber vê zordestiyê netewînin û heta dawiyê li ber xwe bidin.

Li dijî xespê berxwedan didome
4 mijdar, 2024   13:56
NAVENDA NÛÇEYAN 

Part, sazî, siyasetmedar û rêveberên herêmî nerazîbûn nîşanî xespa li dijî şaredariyên bajarê mezin Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê ya bakurê Kurdstanê dan.

Lijneya Rêveberiya Navendî (MYK) a Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî tayînkirina qeyûman a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih û Xelfetî ya Rihayê daxuyaniyeke nivîskî weşand. 

DBP’ê diyar kir ku tu hukmê biryara tayînkirina qeyûman ji bo wan tune ye û wiha hate gotin: “Îktîdara AKP-MHP’ê careke din bi rêya qeyûman îradeya gel tune hesiband û îradeya gel xesp dike.” DBP’ê destnîşan kir ku îktîdara AKP-MHP’ê di siyasetê de tune dibe û rêya xwexelaskirinê jî di şerê topyekûn ê li dijî gelê kurd de dibîne.

Bi domdarî DBP’ê da zanîn ku tiştekî rasthatî nîne ku di salvegera darbeya siyasî ya 4’ê Mijdara 2016’an a li dijî siyasetmedarên kurd de qeyûm hatine tayînkirin. DBP’ê diyar kir ku îktîdarê konsepta darbeyê nû kiriye û tiştên îro diqewimin jî encama wê ye. DBP’ê diyar kir ku di ajandaya rejîma AKP-MHP’ê de ji bo kurd şer, qirkirina çandî û siyasî heye. DBP’ê wiha domand: “Xuyaye ku polîtîkayên qeyûm re di neçareserkirina pirsgirêka kurd de israr dikin. Eşkereye ku îktîdara Erdogan-Bahçelî di nava wan hewldanan de ne ku pirsgirêka kurd bi darbeyên siyasî, operasyonên leşkerî û qirkirinên çandî û etnîkî çareser bikin.”

ÎHD: DI HILBIJARTINÊ DE TÊK ÇÛ, HEWL DIDE BI DARBEYÊ BI RÊVE BIBE

Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) têkildarî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û şaredariyên Êlih û Xelfetî yên Rihayê ku di bin rêveberiya DEM Partiyê de bûn, daxuyaniyeke nivîskî weşand. 

ÎHD’ê, di daxuyaniya xwe ya bi sernavê “Polîtîkaya qeyûm darbeya li dijî demokrasiyê ye” de got ku îktîdar hewl dide şaredariyên ku nekarî di hilbijartinê de bi dest bixe bi rêya darbeyê birêve bibe. Bi domdarî ÎHD’ê bi bîr xist ku DEM Partiyê şaredariyên qeyûm lê hatibûn tayînkirin bi ferqekî mezin bi dest xistiye. ÎHD’ê diyar kir ku tayînkirina qeyûm, nîşaneya israra di neçareserkirina pirsgirêka kurd de ye. ÎHD’ê bang li îktîdarê kir ku dev ji vê polîtîkaya tayînkirina qeyûman berde û got: “Tayînkirina qeyûman, darbeya li dijî îradeya gel e. Li dijî van polîtîkayan em ê têkoşîna xwe ya aştî û demokrasiyê bidomînin.”

MECLÎSA CIWANAN A DEM PARTIYÊ: EM BANG LI HEMÛ CIWANAN DIKIN KU LI BER XWE BIDIN

Meclîsa Ciwanan a Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî tayînkirina qeyûman, li ser hesaba xwe ya platforma medyaya dijîtal X’ê daxuyaniyek da û got:

Em bang li hemû ciwanên Kurdistanê dikin ku li dijî vê xespê dengê xwe bilind bikin û vedixwînin berxwedanê. Dê qeyûmên dizek biçin. Aqilê dewletê yê qeyûm li bajarên Kurdistanê Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê kirî dê li hemberî xwe berxwedana gelê kurd û dostên wan bibîne. bang li tevahiya ciwanên Kurdistanê yên welatparêz dikin ku xwedî li îradeya xwe derkevin.”

NERAZÎBÛN DEWAM DIKIN

li ser medyaya dîjîtal jî nerazîbûnên li hemberî vê xespa îradeyê, dewam dikin.

OHD: Ev xespa li hemberî îradeya gel nayê qebûlkirin.

Baroya Amedê: Em bang dikin ku dawî li lêpirsînên derhiqûqî bê anîn û ti serî li pêkanînên qeyûm nede.

Platforma Jin Bi Hev re Xurt in: Em ê destûrê nedin rejîma qeyûm!

TJA: Em ê di her şert û mercê de mafê xwe bistînin.

Hevseroka Giştî ya Partiya Sosyalîst a Bindestan Hatîce Denîz Aktaş jî  Piştevaniya Mor, Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê Dogan Hatûn û Serra Bûcak û Hevşaredara Bajarê Mezin ê Wanê Neslîhan Şedal jî nerazîbûn nîşanî xespa îradeyê dan.