Li dijî Keîvê êrişa bi moşekan

Rûsyayê bi moşekên balîstî êrişek mezin bire ser Ukraynayê. Li gorî agahiyan 3 kes hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn.

Li dijî Keîvê êrişa bi moşekan
28 tebax, 2025   09:10
NAVENDA NÛÇEYN

Li gorî desthilatên xwecihî, li dijî paytexta Ukraynayê Keîvê êrişên bi moşekên balîstî yên Rûsyayê, di encamê de 3 kes hatin kuştin û herî kêm 9 kes jî birîndar bûn.

Serokê rêveberiya leşkerî ya Keîvê Timur Tkachenko bi rêya telegramê got herî kêm li dijî sê taxên li Keîvê êriş pêk hat, bi wê re şewatek mezin di baxçeyek zarokan û avahiyekê de çêbû.

Nûçegihanê AFPˊê daxuyand ku di dema bêbandorkirina moşekan de parçeyên wê li bajêr belav bûn û li asîman dengê balafirên bêmirov hatin bihîstin.

Li aliyekî din Şaredarê Keîvê Vitali Klitschko destnîşan kir ku li dijî paytextê êrişeke mezin pêk hat, di encamê de birîndar û kuştî çêbûn, birîndar rakirin nexweşxaneyê. Ji ber êrişê bi sedan şênî daketin jêrzemîn û stasyonên metro.

Hemwextî wê, kargeha rêya tirênî ya Ukraynayê ragihand ku ji ber êrişê kehrebe li herêma Vinnytsia qut bûye û tevgera tirênan dereng bû.

(fr)