Li dijî hêzên hikumeta veguhêz êrişa bombeyî: 3 kuştî, 9 birîndar

Li gundewarên rojhilatê Dêrazorê bombeyek bi erebeya hêzên hikumeta veguhêz de teqiya. Di encamê de 3 çekdarên hikumeta veguhêz hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn.

Li dijî hêzên hikumeta veguhêz êrişa bombeyî: 3 kuştî, 9 birîndar
16 cotmeh, 2025   12:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) li ser rêya giştî ya di navbera bajarên Dêrazor-Meyadîn de, bi bombeyekê êrişî erebeya leşkerî ya Wezareta Parastinê ya hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hat kirin.

SOHR’ê diyar kir ku êriş li nêzî nêzî gundê Selio yê li rojhilatê Dêrazorê ku di bin kontrola hêzên hikumeta veguhêz de ye, hate kirin. Di encamê de erebe îmha bû, 3 çekdar hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn. Hate diyarkirin ku ambulansan berê xwe da cihê êrişê û birîndar rakirin. Li gorî SOHR’ê dibe ku hejmara kuştiyan zêde bibe, ji ber ku rewşa hin birîndaran giran e.

Hikumeta veguhêz der barê êrişê de heya niha tu daxuyanî nedane. Tê texmînkirin ku êriş ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibe kirin.

(bb)