Li Dêrazorê têkildarî cezayên li dijî girtiyên ˊDoza Kobanêˊ panel

Li Dêrazorê der barê cezayên derqanûnî ku dadgehên Tirkiyeyê li dijî girtiyên ˊDoza Kobanêˊ de panelek li dar xist.

Li Dêrazorê têkildarî cezayên li dijî girtiyên ˊDoza Kobanêˊ panel
Li Dêrazorê têkildarî cezayên li dijî girtiyên ˊDoza Kobanêˊ panel
Li Dêrazorê têkildarî cezayên li dijî girtiyên ˊDoza Kobanêˊ panel
Li Dêrazorê têkildarî cezayên li dijî girtiyên ˊDoza Kobanêˊ panel
Li Dêrazorê têkildarî cezayên li dijî girtiyên ˊDoza Kobanêˊ panel
Li Dêrazorê têkildarî cezayên li dijî girtiyên ˊDoza Kobanêˊ panel
Li Dêrazorê têkildarî cezayên li dijî girtiyên ˊDoza Kobanêˊ panel
Li Dêrazorê têkildarî cezayên li dijî girtiyên ˊDoza Kobanêˊ panel
28 gulan, 2024   17:52
DÊRAZOR

Bi dirûşma "Dadgehên Tirkiyê ji ber piştgiriya wan ji berxwedana Kobanî re, li dijî şervanên azadiyê yên birûmet biryarên neadilane", Rêxistinên Civaka Demokratîk a Dêrazorê û Yekitiya Parêzeran a Dêrazorê paneleke qanûnî li hola Meclisa Rêveber a kantonê ya herêma Meamil a bakurê Dêrazorê, li dar xist.

Di panelê de bi dehan parêzer û nûnerên saziyên sivîl û herêmê yên Dêrazorê beşdar bûn.

Di serî de endamê rêveber ê Rêxistinên Civaka Demokratîk Fîras Cuma li ser girîngiya "Doza Kobanê" ku bi rêya wê ceza li gelek endamên Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) hatin birîn, axivî. Cuma diyar kir ku wan endaman bi rêya piştgiriya ji berxwedana şêniyên Kobanê re roleke mezin di têkbirina çeteyên DAIŞ'ê de di 2015'an de lîst.

Di panelê de hevserokê Yekitiya Parêzeran a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Enwer El Esir destnîşan kir ku biryarên li dijî siyasetmedaran biryarên derqanûnî ne. El Esir anî ziman ku ew biryar bi armanca tolhildana têkçûna çeteyên DAIŞ'ê, hatin dayîn.

Beşdaran diyar kir ku binpêkirinên ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve bi hemû cûreyên xwe yên siyasî û qanûnî didomin. Ji bo rêgirtina li ber wan jî pêwîstî bi bilindkirina asta têkoşîna qanûnî heye.

(mh)

ANHA