Li Dêrazorê serçeteyekî DAIŞ’ê hat girtin

Tîmên Operasyonên Taybet ên QSD’ê li gundewarê kantona Dêrazorê serçeteyekî DAIŞ’ê girt.

Li Dêrazorê serçeteyekî DAIŞ’ê hat girtin
4 gulan, 2025   09:43
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku li gundewarê kantona Dêrazorê serçeteyekî xeternak ê DAIŞ’ê hat girtin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku Tîmên Operasyonên Taybet (TOH) ên girêdayî QSD’ê bi desteka Hêzên Koalîsyona Navneteweyî roja Înê operasyoneke taybet ji bo girtina serçeteyekî xeternak ê DAIŞ’ê li dar xist.

QSD’ê diyar kir ku operasyon li gundewarê rojhilatê Dêrazorê piştî şopandina tevgera çete Hemûd Ebdullah El Xetîb "Ebî Zekeriya" û komkirina agahiyên zelal der barî wî û cihê wî de pêk hat.

QSD’ê da zanîn ku hêzên operasyonên cihê çete dorpêç kir û wî zeft kirin.

QSD’ê ragihand ku "Terorîst Ebdullah emîrê şaneyeke rêxistina DAIŞ a terorîst bû ku û di warê aborî de kar dikin. Bi îdiaya zekatê pere bi gefa çekê û şantajkirinê ji welatiyan distend. Xerace ji wan distandin. Kesên ku pere nedidan gefa kuştinê li wan dixwar."

QSD’ê da zanîn ku di operasyonê de miqdarek mezin a çekan hat destekirin ku li gel çete hatin dîtin.

Li gorî daxuyaniyê çekên hatine desteserkirin ev in: 5 çeka RPG, 38 heşweyên RPG, 40 guleyên RPG, 1 çeka LAW, 2 bomeyên destan, 13 paketên guleyên AKC, 3 paketên guleyên doçka, paketeke guleyên BKC, 17 paketên demançeyên 9mm, 18 cercûrên kalanşînkof, 9 cercûrên AKC, 26 paketên guleyên AKC, 7 guleyên demançeya 8mm, 2 hezar û 450 guleyên BKC, 260 guleyên kalaşînkov, dûrbînek, 3 çekên BKC, çekeke sûîqastê ya rûsî, çekek AKC, 2 kalaşînkov, 2 demançeyên 8mm, 4 cercûrên demançeya 9mm, 2 demançeyên 9 mm, 5 cercûrên demançeya 9mm."

(bb)