Li Dêrazorê hejmarek kesan êrişî bîrek petrolê kir, petrola xaf dizîn

Di dîmenên li ser medyaya dîjîtal hatine parvekirin de hejmarek kes êrişî bîreke petrolê ya li Dêrazorê dikin û mîqdareke petrola xaf didizin.

18 gulan, 2026   16:32

Li gorî dîmenên li ser medyaya dîjîtal hatine belavkirin de hejmarek kes ketin bîreke petrolê ya li bajarê Dêrazorê û dest danîn ser mîqdareke petrola xaf.

Di dîmenan de xuya dibe ku ew kes bi galonan petrola xaf ji bîrê didizin û tu kes li pêşiya wan nagire.

Zirara li cihê bûyerê bûye nayê zanîn, di heman demê de ji ber xirabûna rewşa aborî û ewlehiyê li herêmê bûyerê bertekek berfireh di nav niştecihan de derxist holê. Ev bûyer hemwextî xwepêşandanên li dijî bihayê genim ê ku ji hêla hikumeta demkî ve hatî ragihandin pêk hat.

(fr)