Li Dêrazorê erebeyek hat hedefkirin: 1 kuştî, 4 birîndar

Li gundewarê rojhilatê Dêrazorê yê di bin kontrola hikumeta Şamê de di êrişeke hewayî de kesek hat kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.

Li Dêrazorê erebeyek hat hedefkirin: 1 kuştî, 4 birîndar
12 cotmeh, 2024   09:17
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî, Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li bajarokê Mehkan ê rojhilatê Dêrazorê ya di bin serweriya hikumeta Şamê de erebeyek hat bombebarankirin.

SOHR diyar kir ku erebe bi droneke bi çek hate hedefkirin û di encamê de kesek hat kuştin û 4 kes jî birîndar bûn.

Nehat zanîn ku dron ayîdê kê ye.