Li Dêrazorê efserekî hikumeta Şamê hate kuştin

Li çolistana Dêrazorê bombeyeke ku çeteyên DAIŞ`ê bi cih kiribû, teqiya. Di encamê de efserekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin.

Li Dêrazorê efserekî hikumeta Şamê hate kuştin
17 adar, 2024   12:50
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li çolistana Dêrazorê li herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de, bomeyeke ku çeteyên DAIŞ`ê bi cih kiribû, teqiya û di encamê de efserek hate kuştin.

Efserê hatiye kuştin ji gundê Bistan El Hemam ê Benyasê ye.

Tevgera çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Sûriyeyê û êrişên wê li dijî hêzên hikumeta Şamê, zêde bûne, ruxmî ku balafirên şer ên Rûsyayê bê navber wê herêmê bombebaran dikin.

(şx)