Li Dêrazorê 79 kes hatin destgîrkirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di çarçoveya operasyona hevbeş a ewlehiyê de li Dêrazorê 79 kesên ku tev li kiryarên têkbirina ewlehiyê bûbûn, destgîr kirin û dest danîn ser gelek çek û cebilxaneyê.

Li Dêrazorê 79 kes hatin destgîrkirin
Li Dêrazorê 79 kes hatin destgîrkirin
Li Dêrazorê 79 kes hatin destgîrkirin
Li Dêrazorê 79 kes hatin destgîrkirin
Li Dêrazorê 79 kes hatin destgîrkirin
Li Dêrazorê 79 kes hatin destgîrkirin
Li Dêrazorê 79 kes hatin destgîrkirin
Li Dêrazorê 79 kes hatin destgîrkirin
4 sibat, 2025   12:27
NAVENDA NÛÇEYAN

 Fermandariya Giştî ya Hêzên Eewlekariya Hundirîn têkildarî operasyona li dijî bermahiyên rejîma Baasê û çeteyên DAIŞ`ê ya li gundewarên Dêrazorê, daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Di çarçoveya xebatên me yên berdewam ên ji bo pêkanîna ewlehî û aramiyê li herêmên me û li ser bingeha berpirsyariya me ya nîştimanî ya li hember gelê me û şehîdên me, hêzên me yên hevbeş, Hêzên Ewlekariya Hundirîn bi hemû beşên xwe û Hêzên Sûriya Demokratîk bi hevkriya hêzên Koalîsyona Nevneteweyî li gundewarên Dêrazorê operasyoneke ewlekariyê ya berfireh kir. 15 roj e operasyon dewam dike.

Operasyon bi armanca şopandina bermahiyên rejîma Baasê û piştgirên wê û jinavbirina şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞ`ê ye ku hewl didin ewlehî û aramiya herêmê têk bibin, tevliheviyê çêkin û sivîlan bikujin.

Di encama operasyonan de 79 endamên ku tev li kiryarên têkbirina ewlehiyê bûne, hatin girtin û gelek çek û cebilxane hatin desteserkirin; 8 demançe,55  çekên kalaşnîkov û 7 hezar û 500 fîşek û 161 cercurên wan,4  tivingên BKC û 3064 gule,6  tivingên Brno,11  tivingên nêçîrê,8  bombeyên desta,21 kel û pelên leşkerî.

Ev operasyon li ser bangên gelê me yê li herêmê pêk hat ku tekez kirin ew her cure tundî û terorê napejirînin û girêdayî nirxên aştiya navxweyî, biratî û jiyana hevbeş in.

Em wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn soza berdewamkirina rêya ku şehîdên me bi xwîna xwe ya pak û fedakariya xwe vekiriye, nû dikin. Em soz didin gelê xwe ku ji bo parastina destkeftiyên xwe yên nîştimanî û pêkanîna ewlekarî û aştiyê, çi ji destê me bê bikin.”

(k)