Li Derayê du kes hatin kuştin

SOHR’ê ragihand ku li gundewarê rojhilatê Derayê 2 kes ji aliyê çekdaran ve hatin kuştin.

Li Derayê du kes hatin kuştin
10 tebax, 2025   15:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku li gundê Namir ê Derayê de şêniyek kuştî hate dîtin. SOHR’ê da zanîn ku şêniyê hatiye kuştin ji gundê Xirbe Xezal e.

Heman navendê eşkera kir ku ciwanek ji eşîrên gundê Qesir dema ku di rêya navbera bajarokên Kerek a Rojhilat û Misêfrê re derbas dibû, di êrişa çekdarên nenas de hat kuştin.

Li gorî SOHR’ê ji destpêka îsal (2025) ve li deverên cuda yên Sûriyeyê 235 sûceyên qetilkirinê hatine kirin, di encamê de 261 kes (205 mêr, 41 jin û 15 zarok) jiyana xwe ji dest dane.

(bb)