Li Derayê di êrişekê de 2 kes birîndar bûn

Çekdarên nenas li rojavayê Derayê êriş erebeyekê kir. Di encamê 2 kes birînda bûn.

Li Derayê di êrişekê de 2 kes birîndar bûn
26 mijdar, 2024   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) aşkera kir ku çekdarên nenas li nêzî avahiya avdanê ya di navbera bajarokên Yadûde û El Mizêrîb ên li rojavayê Derayê de erebeyek gulebaran kirin.

SOHRˈê diyar kir ku di encama  gulebebaranê de 2 kes birîndar bûn.

Li herêmên di bin kontrola hêzên hikumeta Şamê de kuştin berdewam e.

(şx/bb)