Li Derayê ciwanek birîndar bû

Li Derayê ciwanek di êrişeke çekdarî de birîndar bû. Li aliyekî din komeke çekdar êriş bire ser benda kontrolê ya beşa "Ewlehiya Dewletê" ya hikumeta Şamê.

Li Derayê ciwanek birîndar bû
20 îlon 2024   11:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevliheviya li herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de dewam dike.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), li bajarokê Mereba yê li rojhilatê bajarê Derayê, çekdarên ciwanek gulebaran kir û ew birîndar kir.

SOHR’ê diyar kir ku li gundê Selemîn ê bakurê Derayê jî çekdaran bi du çekên RPG êrişî benda kontrolê ya beşa "Ewlehiya Dewletê" ya hêzên hikumeta Şamê kir.

Der barê windahiyan de agahî nehatin parvekirin.

(bb)