Li Derayê ajokaran biryara hikumetê protesto kir

Ajokaran li pêş avahiya parêzgeha Derayê biryara bikaranîna erebeyên (van) li ser xetên wan protesto kir. Ajokaran dem xwest ku erebeyên xwe bi yên  nûjen biguherin û nimreyên xwe bi kar bînin.

Li Derayê ajokaran biryara hikumetê protesto kir
12 sibat, 2026   16:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajokarên erebeyên veguhastinê yên Derayê li pêş avahiya parêzgehê biryara hikumeta demkî ya Sûriyeyê ya bikaranîna erebeyên (Van) li şûna yên wan li xetên veguhastina giştî protesto kir. Ajokaran anî ziman ku ev biryar binpêkirina xeta karên wan e û bandorê li jêdera rizqê wan dike.

Ajokaran bang li aliyên eleqedar û meclisa parêzgehê kir ku demek diyar bibin wan ku erebeyên xwe bi erebeyên "van" ên nûjen biguherin, lê nimreyên wan wek xwe bimînin.

Hejmarek ajokaran ev gava di çarçoveya pretestokirina dubare ya biryarên sexte de tê, bi nav kir.

(fr)