Komên hikumeta demkî piraniya malbatên DAIŞ’î ji kampê Holê revandin

Hate ragihandin ku piraniya malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî ji kampa Holê hatine derxistin.

Komên hikumeta demkî piraniya malbatên DAIŞ’î ji kampê Holê revandin
12 sibat, 2026   16:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku şahidan dane AFP’ê, piraniya malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên biyanî ji kampa Holê ya li rojhilatê Hesekê derketine.

Çavkaniyan ji AFP’ê re ragihand ku li beşa malbatên DAIŞ’iyên biyanî ku bi hezaran jin û zarok hebûn, niha nêzî 20 malbat tenê mane. Çavkaniyan da zanîn ku hejmareke mezin a malbatan ber bi Idlibê û deverên din ve hatine revandin.

Ji dîmenên ku hatine parvekirin û axaftinên şahidan, diyar dibe ku kolanên hin beşên kampê vala ne û aqûbeta bi sedan malbatên DAIŞ’î yên li kampê diman, nayê zanîn.

Li kampa Holê nêzî 24 hezar kes (derdora 15 hezar sûriyeyî), zêdetirî 6 hezar û 300 jin û zarokên biyanî yên ji 41 welatan hebûn. Piraniya welatan qebûl nakin welatiyên xwe yên di nava DAIŞ’ê de vegerînin.

Di êrişên meha borî yên komên hikumeta demkî ya Sûriyeyê de, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ragihand ku rewşa kampê ji kontrolê derketiye, lewre xwe jê vedikişînin.

Çeteyekî DAIŞ’ê ku di girtîgeha Şedadê de bû, demek berê ji rojnameya Le Monde ya fransî re gotibû "HTŞ’ê di 18’ê Çileyê de bi ser girtîgehê de girt û ew serbest berda.”

(bb)