Li Dêr Hafirê şevê din çi çêbû?

Komên çekdar ên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê li herêma Dêr Hafirê bi zêdeyî 10 topan bargehên QSD’yê yên li herêmê topbaran kirin. Şervanên QSD’ê di çarçoveya parastina rewa de, bersiva êrişkaran da. Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê xwest binpêkirina agirbestê ku çekdarên wê pêk anîn, bixe stûyê şervanên QSD’ê. Ji ber wê jî îdayên ji rastiyê dûr di ragihandina xwe de weşandin.

Li Dêr Hafirê şevê din çi çêbû?
3 tebax, 2025   11:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Komên çekdar ên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê hewldanên provakasyon û sorkirinan bê navber didomînin. Li eniyên şer ên binpêkirinan dikin. Ev binpêkirin herî zêde li herêma Dêr Hafir a li rojhilat başûrê Helebê çêdibe. Şevê din jî di vê çarçoveyê de çekdarên hikumetê herêmên sivîl topbaran kirin.

Komên çekdar bêyî tu sedemek hebe herêmên sivîl ên di bin parastina QSD’ê de bi zêdeyî deh topbaran kirin. Di encamê de li kêleka zirarên madî tirsek di nava welatiyan de çêbû.

Şervanên QSD’ê di çarçoveya parastina rewa de, ji nuqteyên xwe yên li herêmê bersiva navendên topbaranê dan. Di encamê de şerekî demdemî yê kurt rû da. Paşê rawestiya.

Komên çekdar ên girêdayî hikumeta veguhêz a Sûriyeyê gelek caran agirbesta di navbera wan û QSD’ê de binpê dikin. Provakasyonan dikin, navendên QSD’ê û herêmên sivîl ên di bin parastina wan de topbaran û gulebaran dikin. Li aliyê din jî ev demeke komên çekdar hêzên xwe dilivînin û wan di noqteyên nû de bi cih dikin. Ev tevgera leşkerî ya çekdaran niyeta wan a zêdekirina tundiyê baş rave dike. Binpêkirin û tevgera wan metirsiya tundiyê zêde dike, ev di demekê de agirbest di navbera QSD’ê û hikûmeta veguhêz de heye, têne kirin.

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê îdiayên Rêveberiya Ragihadin û Peywendiyan a Wezareta Parastinê ya hikumeta veguhêz a Sûriyeyê yên dibêjin QSD’ê noqteyên wan topbaran kirine, red kirin.

QSD’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku hêzên wan di çarçoveya mafê xwe yê parastina rewa de bersiva navendên topbaranê dane û got ku hewldanên “Wezareta Parastinê” ên berûvajîkirina rastiyan nakeve xizmeta ewlekarî û aramiya welat.

QSD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de bang li saziyên eleqedar ên hikumeta veguhêz kir ku pêwîst e hemû alî bi rêzgirtin nêzî agirbestê bibin û divê “Wezareta Parastinê ya hikûmetê" li beramberî komên xwe yên çekdar ên nedîsplînkirî bi berpirsiyartiya xwe rabin.

(dc)