Li Cebleyê meaşên karbesan ên di postexaneyê de hatin dizîn

Komeke çekdar a nenas bi ser postexaneya sereke ya bajarê Cebleyê yê Laziqiyê de girt, pereyên karmend û karbesan dizîn û navend talan kir.

Li Cebleyê meaşên karbesan ên di postexaneyê de hatin dizîn
3 hezîran, 2026   20:59
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) daxuyand ku komeke çekdarên nenas bi ser Postexaneya sereke ya li bajarê Cebleyê yê Laziqiyê de girtin, pereyên karmend û karbesan ji xezaneyan dizîn. Li gorî tê texmînkirin zêdetirî 80 milyon lîreya Sûriyeyê hatiye dizîn.

Navend ji ber talanî û texrîbatê bi temamî ji xizmetê bi der ket. Vê yekê di nava şêniyan de, nemaze li nav karbesên ku ji sibehê ve ji bo meaşên xwe yên mehane hatibûn, şok û nerazîbûneke mezin çêkir. Wan deriyên girtî dîtin, karmendên navendê ji wan re got herin û piştre vegerin.

Ev bûyer, digel nebûna daxuyaniyên fermî ji hikumeta demkî ve têkildarî hûrgiliyên talanî û dizînê û aqûbeta meaşên karmendan pêk tê.

(fr)