Li Bexdayê dronek hat xistin

Serokê Şaneya Ragihandina Ewlehiya Iraqê Ferîq Seed Meen ragihand ku vê sibehê li ser Herêma Kesk ya Bexdayê dronek hat keşifkirin û ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat xistin.

Li Bexdayê dronek hat xistin
1 tîrmeh, 2026   11:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Şaneya Ragihandina Ewlehiya Iraqê Ferîq Seed Meen di derbarê xistina dronek li ser Herêma Kesk ya Bexdayê de agahiyan bi çapemeniyê re parve kir.

eed Meen diyar kir ku vê sibehê dronek qebare biçûk li asîmanê Herêma Kesk hat dîtin û piştre ji aliyê hêzên ewlehiyê ve ew dron hate xistin.

Seed Meen diyar kir ku bi xistina xwarê ya dronê re ti ziyanek canî û madî çênebûye.