Li beravên Laziqiyê bi pileya 4.2 erdhej çêbû

Li beravên bajarê Laziqiyê yê Sûriyeyê bi pileya 4.2 erdhej çêbû, şêniyên peravê, Hums, Şamê, deverên bakurê Lubnanê pê hesiyan.

Li beravên Laziqiyê bi pileya 4.2 erdhej çêbû
30 kanûn, 2025   22:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Vê êvarê li beravên Laziqiyê erdhejek bi pileya 4.2 çêbû. Ev erdhej ji aliyê piraniya şêniyên perava Sûriyeyê, deverên Humsê, Şamê û bakurê Lubnanê ve hat hîstin. Wê yekê di nava şêniyan de metirsî çêkir.

Heta niha der barê ziyanên erdhejê de tu agahî nehatiye wergirtin.

Hat destnîşankirin ku li herêma Deryaya Spî di demên dawîn de çalakiya erdhejê heye, lê tu bandorên mezin nehatin tomarkirin.

(ac/fr)

ANHA