Li Bendava Tişrînê û Minbicê 20 çete hatin kuştin

QSD'ê ragihand ku di encama bersivdayîna êrişên çeteyên dewleta dagirker ya 24 saetên dawî de 20 çete hatin kuştin, 9 çete birîndar bûn, çeteyek hat girtin û 2 dronên xwekujî hatin xistin.

Li Bendava Tişrînê û Minbicê 20 çete hatin kuştin
26 ÇILE, 2025   11:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) der barê bîlançoya êrişên çeteyên dewleta Tirk ên 25'ê Çileyê û bersiva şervanên wan de daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Şervanên me duh (Şemiyê) êrişa çeteyên dewleta Tirka  dagirker a li dijî nuqteya hêzên me ya li gundê Xirbe Zemala yê başûrê rojhilatê Minbicê şikand. Di navbera hêzên me û çeteyan de şer derket. Di encamê de 4 çete hatin kuştin û 5 çete birîndar bûn, çeteyên din jî ji qada şer reviyan. Du dronên xwekujî yên çeteyan jî ji aliyê hêzên me ve hatin xistin.

Li aliyekî din jî derdora Bendava Tişrînê bi balafirên şer, obîs û çekên giran bi dijwarî hat bombebarankirin û topbarankirin.

Balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk a dagirker nobedarên li Bendava Tişrînê bombebaran kir. Di encamê de nobedarek şehîd bû û 12 jî birîndar bûn.

Li bajarokê Dêr Hafirê jî liv û tevgera balafirên şer û yên bê mirov hebûn. Balafiran li vê eniyê nuqteyeke hêzên me bombebaran kir, di encamê de şervanek şehîd bû û 3 şervan birîndar bûn. Çeteyekî ku hewl da bikeve nuqteyeke hêzên me hat girtin.

Li eniya Pira Qereqozaqê jî, şervanên me bersiva êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê da. Şervanên me li Girê Xwedê û parka gundê Qebir Îmo li kombûnên çeteyan xistin. Bi qasî hate tesbîtkirin li gundê Qebir Îmo 2 çete hatin kuştin û 4 çete birîndar bûn.

Komeke çeteyên dewleta Tirk a dagirker hewl dan ji Girê Xwedê yê bajarê Ebû Qelqelê êrişî nuqteyên hêzên me bikin, lê şervanên me li wan da. Di encamê de serçeteyekî Koma El Hemzat bi navê Ebû El Haris El Cizrawî jî di nav de 14 çete hatin kuştin. Balafirên şer li gundên Bîr Hiso, xaçerêya Bira Qereqozaqê, gundên Xeseq û Melha yên nêzî pirê bombebaran kirin, lê tu zerar çênebûn.

Bîlançoya duh: serçeteyek di nav de 20 çete hatin kuştin, 9 çete birîndar bûn, çeteyek hat girtin û 2 dronên xwekujî hatin xistin."

(bb)