Li bendava Tişrîn îro berxwedana dîrokê tê binivîsin

Nobedarên li bendava Tişrînê 10`mîn salvegera rizgarkirina Kobanî pîroz kirin û wiha gotin: Çawa ku di şerê Kobanî de gel û şervanan bi hev re destanên qehremanî nivîsandin we îro jî li bendava Tişrîn dê berxwedana xwe dîrokê binivîsin. "

Li bendava Tişrîn îro berxwedana dîrokê tê binivîsin
26 ÇILE, 2025   13:30
BENDAVA TIŞRÎNÊ

Berxwedana nobedarên bendava Tişrînê li dijî êrişên dewleta Tirk da dagirker, bi coş û moraleke bilind kete roja xwe ya 19`an. 

Duh, Şemiyê, di (26. 10 2025) bi sedan şêniyên bajarê Kobanê yê kantona Firatê, gihştin bendava Tişrînê û tev li çalakiya nobedariyê bûn.

Îro bi boneya 10`mîn salvegera serkeftina berxwedana Kobanê, şêniyên li bendavê daxuyniyek dan.

Daxuyanî ji aliyê hevseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk a kantona Firatê Bêrîvan Îsmaîl û endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Kîlo Îsa ve hate dayin.

Di daxuyniyê de 10`mîn salvegera rizgarkirina bajarê Kobanê li hemû şervanên Yekîneyên Parastina Gel, Yekîneyên Parastina Jin û hemû şervanên ku heta niha li eniyên şer li dijî êrişên dagirkeriyê li ber xwe didin, pîroz kir.

Her wiha tekez kir ku: "Bajarê Kobanî bûye qada berxwedanê û qada ku kurdên çar parçeyên Kurdistanê tê de bûne yek. Divê em helwesta gelê me yê Bakurê Kurdistanê li kêleka gelê me yê li Kobanê ji bîr nekin. "

Her wiha hate gotin: "Çawa ku di şerê Kobanî de gel û şervanan bi hev re destanên qehremanî nivîsandin û navên xwe di dîrokê dan , niha jî li bendava Tişrîn dê berxwedana xwe berdewam bikin. "

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civaka navneteweyî hate kirin ku "erka xwe pêk bîne û zextê li Tirkiyeyê bike ku dawî li binpêkirinên xwe bîne. " her wiha  bang li çeteyên kir ku: "Tirkiyeyê we ji bo rijandina xwîna sûryeyiyan bikar tîne, herêmên we rizgar bûne, vegerin herêmên xwe, hûn bi van kiriyarên xwe welatê xwe wêran dikin. "

(k)

ANHA