Li başûr rohjhilatê bajarê Minbicê 5 çete hatin kuştin

Li başûr rohjhilatê bajarê Minbicê 5 çeteyên dagirkeriya Tirkiyê hatin kuştin, 3 wesayit jî hatin ruxandin.

Li başûr rohjhilatê bajarê Minbicê 5 çete hatin kuştin
25 kanûn, 2024   13:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Çapemeniyê ya Hêzên Sûriyeya Demokratîk QSD`ê ragihand  duh şevê û heta sibeha îro Çarşemê di navbera hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û çeteyên artêşa Tirk a dagirker de li başûrê rojhilatê bajarê Minbicê pevçûnên dijwar qewimîn.

Di encama pevçûnan de 5 çete hatin kuştin, 3 wesayîtên wan hatin rûxandin û hijmare çek û cebilxane jî hate destserkirin.

Navendê destnîşan kir: “Hêzên me yên ku mafê parastina rewa bi kar anîn û bersiva êrişan dan, rasterast çeper û navendên çeteyan ên li wan herêman kirin hedef.

Li eniya Pira Qereqozaqê jî artêşa Tirk a dagirker derdora pirê û balafirgeha Sirîn bi çekên giran topbaran kir, dinencamê de ziyanên madî derketin.

Li herêma Zergan, balafireke bêmirov a artêşa Tirk a dagirker xaleke Hêzên Ewlekariya Hundirîn hedef girt, di encamê de endamekî Hêzên Ewlekariyê û endamekî Hêzên Disîplîna Leşkerî şehîd bûn û 4 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn jî birîndar bûn."