Li Başûr 4 caran partiyên Rojhilatê Kurdistanê hatin bombebarankirin

Ji danê nîvro heta niha bi dijwarî êrişî partiyên Rojhilatê Kurdistanê yên li Başûrê Kurdistanê hate kirin. Bi 3 dronan êriş birin ser Kampa Azadî ya li Koyê û carek jî êriş birin ser PAK’ê.

Li Başûr 4 caran partiyên Rojhilatê Kurdistanê hatin bombebarankirin
6 adar, 2026   17:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Rojnewsˊê, Kampa Azadî ya li Koyê ya ser bi Hewlêrê û Partiya Demokratîk a Kurdistana Îranê tê de ye 3 caran bi dronan hatiye hedefgirtin. Ji ber êrişê kesek bi sivikî birîndar bûye.

Li aliyê din navenda Partiya Azadî ya Kurdistanê (PAK) ya dikeve sînorê Hewlêrê bi dronan hate bombebarankirin. Heta niha têkildarî ziyanên canî ti agahî nehatiye girtin.