Li Bane kolberek Kurd hat birîndarkirin
Rêxistina Mafê Mirov a Kurdistanê ragihand, kolberekî xelkê navçeya Dîwandere ya ser bi Bane yê Rojhilatê Kurdistanê di encama gulebarana hêzên rejîma Îranê de birîndar bû.
Qetilkirin û birîndarkirina kolberên Kurd a ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve berdewam e. Rêxistina Mafê Mirov a Kurdistanê di daxuyaniyekê de ragihand, duh kolberek Kurd ê bi navê Emîr Ehmed (23) yê ji navçeya Dîwandere ya ser bi Bane, li devera Hengejal di encama gulebarana hêzên rejîma Îranê de birîndar bû.
Hat diyarkirin ku birîna Emîr Ehmed girane û rakirine nexweşxaneyê.
Li gor daneyan, di meha borî de di encama êrişên hêzên Îranê de 4 kolber hatine qetilkirin û 11 kolber jî birîndar bûne.