Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê dengdayîn dest pê kir 

Ji bo hilbijartinên şaredariyan li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê dengdayînê destpê kir.

Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê dengdayîn dest pê kir 
31 adar, 2024   08:01
NAVENDA NÛÇEYAN  

Li Bakûrê Kurdistanê û Tirkiyeyê îro hilbijartina herêmî heye. Ji hilbijartinê li bajarên Kurdistanê dengdayîn saet 07.00’an, li Tirkiyeyê jî saet 08.00’an de dest pê kir. Li Kurdistanê dengdayîn dê sate di 16.00’an de, li Tirkiyeyê ji saet di 17.00’an de bidawî bibe. 

Di hilbijartinan de wê dengdêr ji bo serokatiya bajarên mezin, bajar, navçe, muxtar, meclisên şaredariyan û heyetên rûsipiyan dengên xwe bikar bînin.