Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêkhate amadekariya konferansekê dikin

Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi navê "Konferansa Yekhelwestiyê" amadekariya lidarxistina konferansekê dikin. Li gorî agahiyan wê di navbera 400 heta 500 delegeyî de li konferansê amade bibin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêkhate amadekariya konferansekê dikin
5 tebax, 2025   13:41
QAMIŞLO

Pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan-Asûr, Ermen, Êzidî, Turkmen û Çerkes ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyên lidarxistina konferansekê bi navê `Konferansa Yekhelwestiya Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê` dikin.

Konferans di bin dirûşmeya “Bi hev re ji bo pirrengiya ku yekitiya me xurt dike û hevkariyek ku siberoja me ava dike” bê lidarxistin.

Li gorî agahiyên ku endamê Komîteya Amadekar a Konferansê û Hevserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Mela Îbrahîm dane me, Komîteya Amadekar a Konferansê ji nêzî 20 endaman ji nûnerên pêkhateyên hemû kantonên herêmê pêk tê. Îbrahîm diyar kir ku ew ji meha Hezîranê (2025) ve wekî insiyatîfa civakî ya pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li hev kom bûn û dest bi amadekariyan kir.

Ciwan Mela Îbrahîm da zanîn ku piştî hilweşandina rejîma Bass`ê hewldanên derxistina fitneyê di nava gelan de li Sûriyeyê bi pêş ket, pêkhate jî bi vê konferansê dixwazin yekhelwestiya xwe ya avakirina Sûriyeyeke nenavendî û demokratîk bidin diyarkirin.

Li gorî agahiyên Ciwan Mela Îbrahîm gelek kesayetên civakî, çandî, bawerî, olî û rûspî ji bo konferansê hatine vexwendin. Hejmara delegeyan jî di navbera 400-500 delegeyî de ne.

Di konferansê de wê li ser reşnivîsa ku niha ji aliyê komîteya amadekar ve tê hazirkirin, nîqaş bên pêşxistin û konferans bi encamnameykê bi dawî bibe.

Dîrok û cihê lidarxistina konferansê hîn nehatine diyarkirin, wê di demeke nêz de bên ragihandin.

(sb/fr)

ANHA