Li bajarê Merîwanê yê Rojhilat banga valakirina malan hat kirin

Hat ragihandin ku li bajarê Merîwanê yê Rojhilat bang li gel hat kirin ku malên xwe vala bikin.

Li bajarê Merîwanê yê Rojhilat banga valakirina malan hat kirin
6 adar, 2026   17:49
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnewsê diyar kir ku hinek kesan li bajarê Merîwanê yê Rojhilatê Kurdistanê bang li gel kir malên xwe vala bikin. Çavkaniyan anî ziman ku gava mal bên valakirin leşkerên Îranê dê bikevin wan malan û weke baregeh bi kar bînin.

Çavkaniyan ji Rojnewsˊê re gotin ku divê gelê herêmê baldar be û malên xwe neterikînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku artêşa Îsraîl-Amarîkayê bênavber navend û baregehên artêşa Îranê dikin hedef û tune dikin. Ji bo artêş xwe ji êrişan biparêze dixwazin bikeve malên xelkê sivîl yên li herêmê.