Gelê Sirînê şehîdê xwe Ebid Selamê oxir kir

Li Sirînê bi sedan şêniyan bi merasîmekê şehîd Ebid Selamê oxir kir.

Gelê Sirînê şehîdê xwe Ebid Selamê oxir kir
Gelê Sirînê şehîdê xwe Ebid Selamê oxir kir
Gelê Sirînê şehîdê xwe Ebid Selamê oxir kir
Gelê Sirînê şehîdê xwe Ebid Selamê oxir kir
Gelê Sirînê şehîdê xwe Ebid Selamê oxir kir
Gelê Sirînê şehîdê xwe Ebid Selamê oxir kir
Gelê Sirînê şehîdê xwe Ebid Selamê oxir kir
8 nîsan, 2025   15:26
KOBANÊ

Şêniyên bajarê Sirînê yê kantona Firatê, şervanê QSD’ê şehîd Ebid Selamê (Ebdulmûxîs Selamê) ku 15`ê Çileyê li Bendava Tişrînê şehîd bûbû, bi merasîmeke girseyî li Pakrewangeha Şehîdan a Sirînê spart axê.

Li pakrewangehê piştî rêzgirtinê rêveberê Komîteya Têkiliyên Giştî Ezîz Ehmed axivî û got QSD’ê ji bo tevahî Sûriyeyê li ber xwe dide û wiha dewam kir: “Em şehîdên xwe oxir dikin, her şehîdek jî ji bo tevahî Sûriyeyê li ber xwe da. Tu ferq di navbera Kobanê û Helebê de tune ye, tu ferq di navbera peravên Sûriyeyê û Efrînê de tune ye, hemû axên Sûriyeyê ne. Di nava QSD’ê de pirrengî heye û em ê bi wê pirrengiya xwe bi ser bikevin.”

Endamê Desteya Kar û Barên Civakî ya Kantona Firatê Mihemed Receb jî got: “Şehîdên me bi xwîna xwe destan û dîrok ji nû ve nivîsandin. Wan bi destê xwe jiyaneke azad ji me re hilbijart. Em ê jî heta dawiyê li ser vê rêyê bin û em ê heta dawiyê jî xwedî li destkeftiyên wan derkevin."

Piştî axaftinan wesîqeya şehîd hat xwendin û radestî malbata wî kirin. Şehîd bi dirûşman spart axê.

(sş)

ANHA