Li 7 bajaran dê revandina jinên Elewî were şermezarkirin

Înîsiyatîfa Jinan a ji bo Aşitiyê dê li 7 bajaran Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê li dijî revandina jinên Elewî yên li Sûriyeyê çalakiyan li dar bixe.

Li 7 bajaran dê revandina jinên Elewî were şermezarkirin
18 tîrmeh, 2025   15:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Înîsiyatîfa Jinan a ji bo Aşitiyê dê li 7 bajarên Tirkiye û Kurdistanê li dijî revandina jinên Elewî yên li Sûriyeyê protesto bike.

Însiyatîf wê di 19'ê Tîrmehê de li Serkonsolosxaneya Sûriyeyê ya Stenbolê, Kolana Yuksel a Enqereyê, Navenda Çandê ya Turkan Saylan a Îzmîrê, Parka Novada Riha, Kolana Hunerê ya Wanê, Meydana Balikli ya Dîlokê û Parka Karayollari ya Mêrdînê bi dirûşma ‘Em di çalakiyê de ne! Li dijî Qirkirina Elewiyan a li Sûriyeyê em li cem jinan in’ çalakî li dar bixin.