Li 4 bajaran coşa 27’ê Mijdarê

Li Tirbespiyê, Amûdê, Çilaxa û Til Hemîsê Roja Bexwedana Neteweyî bi coş hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de rola PKK’ê di parastina mafên pêkhateyan de hat vegotin.

Li 4 bajaran coşa 27’ê Mijdarê
Li 4 bajaran coşa 27’ê Mijdarê
Li 4 bajaran coşa 27’ê Mijdarê
Li 4 bajaran coşa 27’ê Mijdarê
Li 4 bajaran coşa 27’ê Mijdarê
Li 4 bajaran coşa 27’ê Mijdarê
Li 4 bajaran coşa 27’ê Mijdarê
Li 4 bajaran coşa 27’ê Mijdarê
Li 4 bajaran coşa 27’ê Mijdarê
Li 4 bajaran coşa 27’ê Mijdarê
Li 4 bajaran coşa 27’ê Mijdarê
Li 4 bajaran coşa 27’ê Mijdarê
Li 4 bajaran coşa 27’ê Mijdarê
Li 4 bajaran coşa 27’ê Mijdarê
Li 4 bajaran coşa 27’ê Mijdarê
Li 4 bajaran coşa 27’ê Mijdarê
27 mijdar, 2025   17:17
QAMIŞLO

Bi boneya salvegera 47’an a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê –PKK (Roja Berxwedana Neteweyî) li bajarên Tirbespiyê, Amûdê, Çilaxa û Til Hemîsê yên kantona Cizîrê şahî hatin lidarxistin.

TIRBESPIYÊ

Bi sedan şêniyên bajarê Tirbespiyê bi hemû pêkhateyên wê (Kurd, Ereb, Suryan) 27’ê Mijdarê (Roja Berxwedana Neteweyê) li hola Roj a rojhilatê bajar pîroz kir.

Pîrozbahî bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre endamê Meclisa bajarê Tirbespiyê Silêman Hisên axivî û bal kişand ser rola PKK’ê di parastina doza Kurd û xurtkirina nirxên jiyana hevbeş di navbera pêkhateyan de.

Hisên di dewama axaftina destnîşan kir ku bi saya hevgirtina gel û têkoşîna wê ya bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan, hemû hewldanên dewleta Tirk a dagirker û pergalên mêtînger ên tunekirina PKK’ê têk çûn.

Piştre Koma Serdem a ji bajarê Hesekê û hunermend Talib El Nasir stran pêşkêş kirin. Girse li ber stranan govend gerandin. Di dawiya şahiyê de helbestvan Ferhad Merdê helbest xwendin.

AMÛDÊ

Şêniyên bajarê Amûdê û koçberên Efrîn û Şehbayê jî Roja Berxwedana Neteweyî li hola Kerem pîroz kir.

Piştî rêzgirtinê, welatparêz Emîn Ebduselam ê ku Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin kiriye axivî. Emîn Ebduselam behsa hevdîtinên bi Rêber Abdullah Ocalan re kir û wî bi fîlozofê serdemê bi navê kir.

Di dawiya şahiyê de Koma Tolhildan, Koma Şehîd Delîla, hunermend Lawîn Yûsif û Îbo Can stran gotin. Beşdaran li ser stranan xelekên govendê gerandin.

ÇILAXA

Tevgera Çand û Hunerê ya bajarê Çilaxa jî şahiyek li garaca bajar li dar xist. Li hola geracê wêneyên Rêber Abdullah Ocalan û alên PKK`ê, pankartên "Cejna vejîna gelên Kurdistanê pîroz be" hatin daliqandin.

Şahiya ku girseyeke mezin lê hazir bû, bi deqeyeke rêzgirtin dest pê kir. Piştre hevserokê Meclisa Bajarê Çilaxa Feysel Hesen axivî û got: "Avabûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji bo gelên ku di bin nîrê qirkirin û asîmîlasyonê de rû bi rû mabû ku gelê Kurd jî di nav de mîladek bû."

Piştre Koma Serhildan a girêdayê navenda Çand û Hunerê ya Rimêlan û hunermend Waîl Haco û Mihemed El Iwêd stran gotin. Girse li ber stranan xelekên govendê gerandin.

TIL HEMÎSÊ

Meclisa bajarê Til Hemîsê jî bi beşdariya girseyek mezin a şêniyan şahiyek li hola navenda Çandê li dar xist.

Di şahiyê de hevserokê Hêzên Parastina Civakî (HPC) Salih El Xelef Roja Berxwedana Neteweyî pîroz kir û diyar kir ku ev kombûn îfadeya piştevanî û serbilindbûna bi meşa tevgera azadiyê ye.

El Xelef destnîşan kir ku projeya tevgera azadiyê projeya demokrasî, edalet û wekheviyê ye.

Piştre sînevîzyonek li ser avabûna PKK’ê û pêvajoyên tê re derbas bûne û peyama Rêber Abdullah Ocalan hat pêşandan.

Şahî bi stran, govend û berzkirina dirûşman bi dawî bû.

(bb)

ANHA