Konferansa Giştî ya Komînên Reqayê pêk hat

Bi dirûşma "Komîn bingeha pêşxistina civaka demokratîk e" Konferansa Giştî ya Komînên Kantona Reqayê pêk hat.

27 mijdar, 2025   16:34
REQA

Di çarçoveya birêxistinkirina xebata komînan de, îro Konferansa Giştî ya Komînên Kantona Reqayê li hola Mişwar a rojavayê bajarê Reqayê pêk hat.

Konferansa bi dirûşma "Komîn bingeha pêşxistina civaka demokratîk e" hat lidarxistin. Endam û hevserokên komînên 4 xetan, komînên bajar, girseyeke mezin a şêniyên bajarê, nûnerên Rêveberiya Xweser a Kantona Reqayê û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhiltê Sûriyeyê, nûnerên partiyên siyasî û sazî û rêxistinên jinan beşdarî konferansê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, hevserokê Meclisa Rêveber a Kantona Reqayê Mişleb El Terkan axivî. El Terkan piştî bixêrhatina beşdaran kir bal kişand ser rola komînan di pêşxistina civakê de û diyar kir ku divê rola komîteyên werin xurtkirin ku karibin xizmeteke baş pêşkêşî bikin.

Hevserokê Desteya Rêveber a Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê Ûsama El Ehmed jî nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan ên li ser komînan xwendin. Hevseroka Meclisa Demokratîk a Gelan a Kantona Reqayê Fehîma El Casim jî xalên girêdayî komînan ên di hevpeymana Civakî ya Rêveberiya Xweser de xwendin.

Beşdaran jî li ser mekanîzmeya pêkanîna van xelan nîqaş kirin û got, divê komîteyên komînan bi hemahengiya saziyên Rêveberiya Xweser werin avakirin. Her wiha bal kişand ser girîngiya rola jinan di hemû astan de. Beşdaran hêvî kirin ku aştî û aramî li tevahiya Sûriyeyê pêk were.

Di dawiyê de encamên konferansê aliyê hevserokê Meclisa Giştî ya Gel a Kantona Reqayê Luwey El Îsa ve hat xwendin. El Îsa bal kişand ser van xalan:

1. Aktîvkirina xebata komînan li gorî hevpeymana civakî û biryara Meclisa Demokratîk a Gelan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya ku roja Şemiyê ji bo komînan were veqetandin.

 2-Avakirina komînan bi hevkariya saziyên Rêveberiya Xweser û xurtkirina rola jinan.

3-Piştgiriya QSD û Hêzên Ewlekariya Hundirîn.

(bb)

ANHA