Çeteyekî xeternak li Dêrazorê hat girtin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn yek ji çeteyên xeternak ji endamên komên wêranker ên girêdayî hikumeta Şamê li gundewarê Dêrazorê girt.

Çeteyekî xeternak li Dêrazorê hat girtin
27 sibat, 2024   19:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn got Dezgeha Ewlekariya Hundirîn ên girêdayî wan bi operasyoneke çeteyekî xeternak li rojavayê Dêrazorê girt.

Hêzan der barê mijarê de daxuyaniyek da:

"Piştî şopandina yek ji çeteyên komên talanker ên ku bi navê rejîma Sûriyeyê beşdarî operasyonên li dijî navendên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û hêzên leşkerî bibûn û li herêmê fitne derxistiye, Dezgeha Ewlekariya Giştî cihê wî tespît kir û hêzên me yên taybet (H.A.T.) mudahemeya cihê çete kir. Lê çete rexta teqemeniyê li xwe kiribû û mermî li hêzên me reşand û pevçûn qewimî. Lê tu ziyanek ji hêzên me çênebû û çete bi birîndarî hat girtin û çek û tiştên ku di destê wî de bûn hatin desteserkirin û wiha ne;

3 rextên teqemeniyê

narincokek

klaşînkovek

10 cercûrên tivingê dagirtî

Tivingê nêçîrê

Laptop

3 cîhazên peywendiyê

Rextek

Ji bo aramî û ewlehiya herêmê me dê çalekî û xebatên bibandor berdewam bikin."

(fr)