Kongreya neteweyî dê hefteya pêş li dar bikeve

Kongreya neteweyî ya Kurdî ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dê hefteya pêş bê lidarxistin.

Kongreya neteweyî dê hefteya pêş li dar bikeve
10 nîsan, 2025   13:00
NAVENDA NÛÇEYAN

Partî, hêz û rêxistinên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê amadekariyê kongreya neteweyî ya Kurdî dikin. Kongrê dê hefteya bê were lidarxistin.

Çav li rê bû ku encamên dan û standinan û reşnivîsa yekitiya partî, hêz û rêxistinên Kurdî di Newrozê de hatibana aşkerakirin, lê komîteya amadekar ji ber hin astengiyan aşkerakirina encamên dan û standinan taloq kiribû.

Li ser daxwaza gel; hêz, partî û rêxistinên siyasî yên Kurdî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser belgeya yekitiyê li hev kir.

Li gorî berpirsan, belgeya ku partî û hêzan li serê li hev kiriye, tekeziyê li ser avakirina komîteyekw ji bo gotûbêjkirina mafên gelê Kurd bi desthilata Şamê re, bidestxistina mafên Kurdan û tevlêkirina wan di destûra nû ya Sûriyeyê de dike.

16’ê Adara îsal partiyên kurdî di civînekê de lidarxistina kongreya neteweyî ya kurdî li Rojava, astengiyên li pêşiya yekrêziyê û lêkolînkirina belgeya siyasî ya ji encamên civînên berê yên di navbera aliyan de nîqaş kiribûn.

(bb)