Kongreya Îslama Demokratîk Cejna Qurbanê li Mislimanan pîroz kir

Kongreya Îslama Demokratîk Cejna Qurbanê li Mislimanan, gelê herêmê û cîhanê pîroz kir û hêvî kir ku cejn bi xwe re nirxên aştî, hezkirin û biratiyê bîne, ruhê hevgirtinê di nava pêkhateyan de xurt bike.

Kongreya Îslama Demokratîk Cejna Qurbanê li Mislimanan pîroz kir
26 gulan, 2026   21:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Kongreya Îslama Demokratîk bi boneya Cejna Qurbanê, pîrozbahiyên xwe li tevahî Mislimanan, gelên herêmê û cîhanê pêşkêş kirin.

Kongreyê hêvî kir ku xwedê vê boneyê li tevahiyan bi aştî, ewlehî, lêborîn û edaletê vegerîne, xêr û biratî di nava gelên cîhanê de belav bibe û ev bone bibe wesîleya xurtkirina ruhê hevgirtina di nava tevahî pêkhateyên herêmê de.

Kongreyê di dawiyê de hêvî kir ku aştî û aramî li Sûriyeyê, herêmê û cîhanê misoger bibe û got, "Cejna we pîroz be, her sal di xêr û xweşiyê de bin."

(fr)