Kongreya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat di roja sêyemîn de didome

'Konferansa Tifaqa Sosyal Demokrat a Cîhana Ereb" ku li bajarê Silêmaniye yê Herêma Federal a Kurdistanê tê lidarxistin, di roja sêyemîn de ye.

Kongreya Hevpeymaniya Sosyal Demokrat di roja sêyemîn de didome
29 tebax, 2025   13:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Di rûniştinên îro de mijara Fîlîstînê, ewlekariya herêmî, zehmetiyên li pêşiya demokrasiya li cîhana Ereb têne nirxandin.

Serokwezîrê berê yê Filistînê Mihemed Îştiyye, Sekreterê Giştî yê Partiya Sosyal Demokrat a Urdunê Falah El Cebûr, Sekreterê Giştî yê Hewldana Neteweyî ya Filistînê Mûstafa Bargûtî û Sekreterê Giştî yê Eniya Têkoşîna Gel a Filistînê Ahmed Macdalanî, wê li ser pirsgirêka Filistînê û bandora wê ya li Rojhilata Navîn di paneleke taybet de biaxivin.

Di panelê de her wiha wê rewşa siyasî û ewlekariyê ya li herêmê bê nîqaşkirin, li ser bandora şer û nearamiyê ya li pêşketinê bê rawestandin.

Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Iraqê Qasim El Erecî, Serokê Tifaqa Sosyal Demokrat a Ereb Ferîd Zahran, Waliyê Kerkûkê Rebwar Taha û Sekreterê Giştî yê Forûma Kar û Azadiyên Demokratîk Halîl El Zeviyye beşdarî konferansê dibin. Beşdar wê li ser mijarên ewlekariya herêmî, pêşketin û rêyên çareseriyê yên gengaz nêrînên xwe parve bikin.