Kongreya 6`mîn a Yekitiya Parêzeran a Cizîrê hat lidarxistin

Yekîtiya Parêzeran a Kantona Cizîrê  kongreya xwe ya 6`mîn bi dirûşma "Hiqûqa Demokratîk garantiya Aştî û Civaka Demokratîk e" li bajarê Qamişlo li dar xist.

9 îlon, 2025   15:46
QAMIŞLO

Bi dirûşma "Hiqûqa Demokratîk garantiya Aştî û Civaka Demokratîk e", Yekitiya Parêzeran a Kantona Cizîrê îro li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya Qamişloyê kongreya xwe ya 6`mîn li dar xist. 270 parêzer, nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser, Tevgera Civaka Demokratîk û rêxistinên civaka sivîl tev li kogreyê bûn.

Piştî deqeyek rêzgirtinê parêzer Kovan Xelef axivî û got, "Divê avakirina qanûnê li ser bingeha îrade û pêdiviyên gel be, ew jî bi rêya mekanîzmayên demokratîk ên ku xwe dispêrin meclisên herêmî pêk tê. Da ku qanûn bikeve xizmetî edalet û demokrasiyê."

Kovan diyar kir ku "Bidestxistina edaletê bi azadkirina jinan ji koletiyê dest pê dike." Kovan diyar kir ku divê hiqûqnas li kêleka civakê bisekinin, ne li kêleka desthilatdaran.

Piştre, hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), Remziye Mihemed axivî û got "Berpirsiyariya mezin a ji bo gihandina peyama edaletê û parastina mafan dikeve ser milê parêzeran."

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan, Gazî û Dîlgirtiyên Şer Rêzan Gulo diyar kir ku gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo azadî û edaleta civakî bi hezaran şehîd dane.

Berdevkê Înîsiyatîfa Sûriyeyê ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan Ferzende Munzur got, zêdetirî hezar parêzeran, daxwaza azadiya Rêber Abdullah Ocalan û hevdîtinek bi wî re kirin.

Berdevkê Meclisa Rêveber li Qamişloyê Azad Hiso diyar kir ku ezmûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwestekên gel ji bo azadî, edalet û wekheviyê nîşan dide.

Dadwer Xalid Berces jî diyar kir ku pîşeya hiqûqê rêya bidestxistina edaletê ye, û destnîşan kir ku avakirina dadgehekê ji bo parastina Hevpeymana Civakî gavek girîng û bingehîn ber bi bidestxistina mafan û bicîhanîna qanûnên demokratîk ve, ye

Nûnerê Meclisa Edaletê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ciwan Hemo destnîşan kir ku qanûn lêvegera ji bo hemû endamên civakê ye û diyar kir ku Yekîtiya Parêzeran roleke mezin di bidestxistina demokrasî û aştiyê de pêk tîne.

Hevseroka Yekitiya Parêzeran a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Beşîra Cemaledîn, diyar kir ku lidarxistina kongreya 6`mîn baweriya parêzeran a bihêzkirina rola wan ji bo pêkanîna edaleta civakî bi rêya qanûnên demokratîk, nîşan dide.

Piştî axaftinan ji bo rêvebirina xebatên kongreyê endamên dîwanê hatin hilbijaratin.

Kongre dê çend mijarên têkildarî karê parêzeran, pêşxistina pergala dadwerî li herêmên Rêveberiya Xweswr gûtûbê bike, her wiha dê raporên rêxistinî û darayî yên salane bêne nirxandin, desteyek rêveber a nû ji bo yekîtiyê were hilbijartin. Wê civînên rêxistinî ji çapemeniyê re girtî dewam bikin.

(k)