Kongra Star fermandar Nûreddîn Sofî bi bîranî

Kongra Star bi daxuyaniyekê şehîd Nûreiddîn Sofî bi bîranî û got şehîd Nûrddîn pêşengê modelê netewa demokratîk û rêhevalê jina Azadiya bû.

Kongra Star fermandar Nûreddîn Sofî bi bîranî
12 tebax, 2025   17:50
NAVENDA NÚÇEYAN

Kongra Star der barê şehadeta fermandar Nûreddîn Sofî de daxuyaniyek da. 

Daxuyanî bi vî rengî ye:

"Tekoşîna fermandar Nûreddîn Sofî ya 32 salan meşekî bê hempa, bi fikir û felsefeya azadiya mirovatî, bi zanista sosyalîzmê da meşandin.  Di her keliya jiyanê de ji bona  karibe xwe biafrîne nefes bi nefes şer kir. Her ku xwe afirand bi xwe re civakê xwe, gelê xwe afirand. Bi zanista ‘’ê kû tê darizandin ne şaxs e civak e, ne kelî ye dîrok e’’ tim û dayîm xwest bibe rêhevalê rast ê bîrdoziya azadiya jin. Afirandina kesayeta netewî ya heval Nûreddîn Sofî, numûneya felsefeya Rêber APO ye. Li Rojavayê Kurdistanê bi helwesta xwe ya welatparêz destpê kir bû şervan, bû fermandarê gelê Kurd. Di rastiya keseyata xwe de nasnameya her çar parçayên Kurdistanê hewand. Bi zarokan re zarok bû, bi mezinan re mezin bû, bi ciwanan re ciwan bû. Pêwîst kir bi seatan bê rawestan mijul bû. Her tim xwe beramberî gelê xwe berpirsiyar û deyndar dît. Kesayetekî, taybetmendiya nasnameya gelemperî bû. Nişaneya welatparêziya xeta netewa demokratîk û nasnameya hilgirtina her çar parçeyên Kurdistanê bû. Pêşengtiya şoreşa jinan a 19 Tîrmehê bû. Pergala hişmendiya cîhadîst a DAIŞ’ê bi zanista modernîteya demokratîk têk bir. Em ew kes in kû gûh didin dengê azadiyê û wekheviyê; şopên wan kesên kû oxira jiyana adalet, aşitî û konfederalîzma demokratîk, meşiyane silav dikin. Tevahî jiyana xwe yê şoreşgerî beyî ku tawîzan li ser nirxên kû bawer dike bide, keda rumetê ji bona biratiya gelan û parastina civaka demokratîk daye, wê bibe ronahiya jiyana me.

Azadiya jin bingeha azadiya civakê hesiband. Qalibê zilamtiyê ku hatiye ferzkirin bi lêpirsîn kirinê re xwe bi wê zanistê ra guherand. Jiyana wê, nîşan da kû çawa dikare pirekî di nav gûherîna xwe û gûherîna civakê de were avakirin. Wêrektiya wî, ne tenê di rojên teng de berxwedayî ne.

Em di şêxsê fermandar  Nûreddîn Sofî, Koçero Urfa,  Baxtiyar Gabar û hemû şehîdên şoreşê de soz didin ku; mîrasê wan ji xwe ra bikin riya esasî ya meşa adaletê, aştiyê, azadî û wekheviya zayendan bi zanista çanda xwedavendîtiyê tekoşînê mezin bikin. Ji ber ku em dizanin kû şaxsiyetên azad nebin civakên azad jî nabin, bê jin pêşerojê azadiyê jî nayê avakirin. Ew fermandar, pêşengê modelê netewa demokratîk bû, kevira reyên netewê demokrtatîk neqişand. Em jî wek Kongra Star her kêliya tekoşîna xwe ya netewa demokratîk bibin şopdarê wî. Careke din soz didin; di her xebateke xwe ya serkeftî de bibin bersiva keda şehîdan. Li ser wan bingehan ji malbatên şehîd Nûreddîn Sofî, Koçero Urfa û Baxtiyar Gabar sersaxî dixwezin.”