Kongra Star: Em piştgiriya têkoşîna jinên Afganî dikin 

Kongra Star ji bo salvegera ketina hukmê Afganistan destê Talîban daxuyanî da û piştgiriya xwe ji bo têkoşîna jinên Afganî anî ziman.

Kongra Star: Em piştgiriya têkoşîna jinên Afganî dikin 
15 tebax, 2026   12:40
QAMIŞLO

Kongra Star ji bo salvegera roja hukmê Afganistan ket destê Talîban de daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê endama Kordînasyona Kongra Star Muna Îbrahîm ve hate xwendin. 

Daxuyanî wiha ye:

"Weke îro hukmê Afganistan kete destê tevgera Talîban de, pênc sal ji bo jinên Afganistan pêvajoyeke tarîtiyê ye û jinên Afganistan ji hemû mafên xwe hatin mehrûmkirin.

Ji roja destpêke Talîban li Afganistanê bûn iqtîdar jinên Afgan hemwelatiyên bê mafin û her tim hebûna wan di xeteriyê de ye. Jinên Afgan ji hemû mafên wan ên qanûnî û navneteweyî hatin mehrûmkirin, nema dikarin bixwînin, biçin dibistan û zanîngehan. Her wiha jinên Afganî nema dikarin bixebitin û ew ji jiyana aborî dûrxistin. Her wiha Talîban azadiya jinên Afgan qeyd kir, destûr nadin ku jin azad tevbigerin û xwedî îrade bin. Destdirêjî jinan dikin û hewl didin di nava civakê de dawî li hebûna jinan bînin. Tişta li Afganistan diqewimê ne tenê polîtîkayeke herêmî ye, li hemberî mirovahiyê û rûmetê sûc tê kirin. Em weke Kongra Star piştgirî didin têkoşîna jinên Afganî û daxwazên wan ên azadî û mafên wan. Her wiha hemû cureyên destdirêjiya li dijî jinên Afganî şermezar dikin. Ji saziyên navneteweyî û hiqûqî daxwaz dikin ku bê deng nemînin û zextê li iqtîdara Talîban bikin, da ku dawî li binpêkirinên xwe bînin."

Di dawiya daxuyaniyê de dirûşma Jin, Jiyan, Azadî berz kirin.

(np)

ANHA