Kongra Star: Em ê têkoşînê mezin bikin

Meclisa Kongra Star diyar kir ku dê li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker têkoşînê mezin bike û bang li jinan kir ku li hember êrişan bibin yek.

Kongra Star: Em ê têkoşînê mezin bikin
26 cotmeh, 2024   12:34
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Kongra Star der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya xwe de hate diyarkirin ku berdewamkirina êrişên dewleta Tirk li dijî herêmê, îsrara wê ya li ser "siyaseta qirkirinê" li dijî pêkhateyên herêmê rave dike. Hate gotin, dewleta Tirk bi van êrişan dixwaze destkeftiyên siyasî bi dest bixe û aloziyên xwe yên hundirîn derxe derve.

Di daxuyaniyê de êrişên li ser şêniyan, zarokan û navendên tenduristiyê û bêdengiya navneteweyî ya li hemberî van êrişan jî hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku êrişên dewleta Tirk aloziya mirovî girantir dike û "terorê" vedijîne û li dijî projeya neteweya demokratîk û vîna gelan û jinan, e.

Meclisa Kongra Star di dawiya daxuyaniyê de li hember êrişan soz da ku têkoşînê mezin bike, destkeftiyên şoreşa jinan û pêkhateyan biparêze. Her wiha bang li jinan kir ku li hember êrişan, bibin yek. Meclisê bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên têkildar kir ku ji ber "sûcên şer" ên li dijî herêmê, hesabê ji dewleta Tirk bipirsin.

 (şx/k)

ANHA