Konferansa TJA'yê dest pê kir

Konferansa TJA'yê ya bi tevlîbûnê ji welatên cuda wê du rojan bidome bi dirûşma "Zincîra Bêdengiyê: Hilweşandina Dîwarên li dora Mehpûsên Siyasî yên Jin" dest pê kir.

Konferansa TJA'yê dest pê kir
13 ÇILE, 2024   11:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Konferansa TJA'yê ya bi tevlîbûnê ji welatên cuda wê du rojan li Demir Otela li bajarê Amedê ya bakurê Kurdistanê bê lidarxistin bi dirûşma "Zincîra Bêdengiyê: Hilweşandina Dîwarên li dora Mehpûsên Siyasî yên Jin" dest pê kir. 

Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Hevseroka Giştî ya Partiya Jinûve Avakirinê ya Sosyalîst (SYKP) Canan Yuce, nivîskar, siyasetmedar, jinên ku piştî demekî dirêj li girtîgehê man û pişt re derketin, rojnamevan û gelek jin tev li konferansê bûn.

Konferansê bi axaftinên endama Parlamentoya Ewropayê û parlamentera serdema beriya niha Martîna Anderson û aktîvîsta TJA’yê Fîgen Ektî dest pê kir.