Konferansa komînên Dêrazorê hat lidarxistin

Di konferansa komînên kantona Dêrazorê de girîngî ji bo xurtkirina rola komînan wek hêmaneke bingehîn a civakê û xebatê, hat dayîn.

29 mijdar, 2025   15:34
DÊRAZOR

Bi diruşma "Divê hemû xebatên civakî ji komînê dest pê bikin" li hola Meclisa Çand û Ronakbîriyê ya herêma Meamil a kantona Dêrazorê konferansa komînên kantonê hat lidarxistin.

Di konferansê de hevserokên Meclisa Rêveber a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd û Hisên Osman, endamên Meclisa Gelan a Demokratîk, kesayetên siyasî û leşkerî, Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya, nûnerên saziyên Meclisa Rêveber ên kantonê û endamên komînan amade bûn.

Di konferansê de hevseroka Meclisa Rêveber a Meclisa Rêveber a kantona Dêrazorê Şehnaz El Hefel bixêrhatina beşdaran kir û girîngî da aktîfkirina rola komînan li gorî Hevpeymana Civakî.

Dûre perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ji hêla endama Desteya Serokatiyê ya Meclisa Gelan a Kantona Dêrazorê Huda El Xenam ve hatin xwendin.

Li aliyekî din jî şêwirmendê Partiya Sûriya Pêşerojê Cahid Hesen û hevserokê Meclisa Rêveber a kantona Dêrazorê Mihemed El Dexîl lidarxistina konferansê pîroz kir û diyar kir ku ev konferans piştî 8 konferansên berê hatine lidarxistin.

Piştî axaftinan beşdaran nîqaş kir û girîngî da xurtkirina rola komînan di civakê de. Koferans bi van xalan bi dawî bû:

Ji nû ve komînên neaktîf li gorî mercên pisporiyê û qebûlkirina civakî werin hilbijartin.

Hevserokên komînan tev li dewreyên perwerdeyê bibin.

Xebat li ser avakirina komîteyên komînan li gorî hewcedariyê bê kirin.

Meclisên bajarok û bajaran xebat û performansa komînan bişopînin.

Koordîne di nava komîn, deste û saziyan de were xurtkirin.

Rola jinan di komîteyên komînan de were xurtkirin.

Zehmetiyên rûbirûyî şêniyan werin nîqaşkirin û çareserkirin.

Her kes pabend be ku roja şemiyê ji bo komînê ye.

Meclisên bajaran bi meclisên bajarokan re komîteya şopandinê ava bikin ku van encaman bişopîne.

(fr)

ANHA