Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê diçe Îmraîliyê

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re ber bi Îmraliyê ve bi rê ket.

Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê diçe Îmraîliyê
28 tebax, 2025   10:41
NAVENDA NÛÇEYAN

Heyeta Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) ji parlamentera Wanê Pervîn Bûldan, parlamenterê Rihayê Mîthat Sancar û parêzerê Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Faîk Ozgur Erol pêk tê. Heyet ji bo karibe bi Rêber Apo re hevdîtinê bike ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ket.

Hevdîtina ku îro pêk were wê piştî avabûna "Komîsyona Demokrasî, Xwişk-Biratî û Piştevaniya Mîllî" ya li Meclisê bibe hevdîtina destpêkê.

Lewma tê payîn ku Rêber Apo têkildarî karên komîsyonê peyamên girîng bide.