Komîteya Tenduristiyê ya Dêrazorê kongreya xwe ya salê li dar xist

Komîteya Tenduristiyêa ya Kantona Dêrazorê kongreya xwe ya salê li dar xist û bi gelek encamnameyan bi dawî bû; aktîfkirina Nexweşxaneya Ebû Hemam, çavdêriya li ser bihayên dermanan û diyarkirina bihayên emeliyetan li nexweşxaneyan.

Komîteya Tenduristiyê ya Dêrazorê kongreya xwe ya salê li dar xist
Komîteya Tenduristiyê ya Dêrazorê kongreya xwe ya salê li dar xist
Komîteya Tenduristiyê ya Dêrazorê kongreya xwe ya salê li dar xist
Komîteya Tenduristiyê ya Dêrazorê kongreya xwe ya salê li dar xist
Komîteya Tenduristiyê ya Dêrazorê kongreya xwe ya salê li dar xist
Komîteya Tenduristiyê ya Dêrazorê kongreya xwe ya salê li dar xist
Komîteya Tenduristiyê ya Dêrazorê kongreya xwe ya salê li dar xist
Komîteya Tenduristiyê ya Dêrazorê kongreya xwe ya salê li dar xist
20 kanûn, 2023   17:40
DÊRAZOR

Ji bo şîrovekirina xebatên salê yên hatine pêkanîn û astengiyên li pêşberî wê, Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Dêrazorê kongreya xwe ya salê li herêma 7 Kîlo bi diruşma ′Bi hev re ji bo avakirina civakeke tendurist′ li dar xist. Di kongreyê de nûnerên komîteya tenduristiyê, nûnerên saziyên civaka sivîl û saziyên sivîl ên li kantona bedşar bûn.

Di kongreyê de endamê rêvebera Komîteya Tenduristiyê ya Kantona Dêrazorê Ehmed Xeyrî li ser rewşa siyasî ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giştî û rewşên dawîn ên li Dêrazorê çêbûne axivî.

Her wiha serokê Komîteya Tenduristiyêa ya Dêrazorê Sair El Kirêd behsa rewşa rêxistinî kir. El Kirêd di wê yekê de astengiyên li pêşberî wan, projeyên pêk anîne; sererastkirina nexweşxane, navendên tenduristiyê û aktîfkirina klînîkan li herêmê, şîrove kirin.

Di kongreyê de sînevîzyon li ser xebatên komîteya tenduristiyê û projeyên îsal pêk hatine hate pêşkêşkirin û dûre beşdaran li ser astengiyên li pêş kar derketine axivîn. Kongre bi encamnameyan bi dawî bû, ji wan; aktîfkirina Nexweşxaneya Ebû Hemam a li rojhilatê Dêrazorê, aktîfkirina çavdêriya li ser dermanan, çavdêriya li ser xebata nexweşxaneyên taybet, diyarkirina bihayên emeliyetan, aktîfkirina gelek beşên li nexweşxaneyên giştî tune ne.

(fr)

ANHA