Komîteya Amadekar a Konferansa Kurdî bang li ENKS’ê kir: Tev li komîteyê bibe

Komîteya Amadekar a Konferansa Kurdî bang li ENKS'ê kir ku tev li komîteyê bibe û di lidarxistina konferansê de beşdar be.

Komîteya Amadekar a Konferansa Kurdî bang li ENKS’ê kir: Tev li komîteyê bibe
19 adar, 2025   19:58
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Amadekar a Konferansa Kurdî bi daxuyaniyekê amadebûna xwe ya ji bo lidarxistina konferansê ragihand û bang li ENKS'ê kir ku tev li komîteyê bibe û di lidarxistina konferansê de bi awayekî hevbeş tev bigere.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Komîteya Amadekar a Konferansa Kurdî sê mehan, ji bo amadekirina konferansê kar kir û karîbû nûnerên rêxistinên civaka sivîl, kesên serbixwe û hemû partiyên siyasî yên kurd li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê tev lê bikira. Lê tenê partiyên ENKS’ê, tevî ku gelek caran komîteya banga wan kir, lê ENKS’ê tev lê nebû û tu bersiv jî neda.

Her wiha di daxuyaniyê de hat gotin ku, li gorî civîna ku duh di navbera Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê (ENKS) de hatiye lidarxistin ku tê de gelek dozên nakok hatin nîqaşkirin, bang li ENKS’ê hat kirin ku tev li Komîteya Amadekar a Konferansa Kurdî bibe da ku di nêztirîn dem de konferans were lidarxistin û biyannameyek were derxistin.

(mh/fr)